ÎranRojhilatanavin

Wezîrê karên hundir ê Îranê ser beşdariya hemasî li mersima roja Qudsê sekinî

Wezîrê karên hundir ê Îranê, beşdariya hemasî ya îraniyan û gelên din ên misilman li mersima roja cehanî ya Qudsê peyameke cidî bo dijminên islamê û zorbêjên cîhanê da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, wezîrê karên hundir ê Îranê Ebdulreza Rehmanî- Fezlî roja pênşemiyê got ku Roja Cehanî ya Qudsê roja yekitiya cîhana Îslamê, bîranîna alîkariya bo kesên xizan û belengaz û feraseta Îmam Xumeynî(R) e û hilgirê peyameke qahîm bo zalim û zoradaran e ku zilm û zorê li mistezefan dikin.

Wezîrê karên hundir ê Îranê bal kişand ser hizûra hemasî û bişein û şeref a gelê Îranê li meşa roaj înîyê bi munasibeta roja cehanî ya Qudsê û destnîşan kir: Sibê gelê Îranê hevgavê xelkê welatên Îslamî dê kîn û nifreta xwe ji zalim û zordarên cîhanê ragihînin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu