Wezîrê karên hundur ê Komara Islamî ya Îranê got ku hegera destpêkê ya bûyera Avahîya Plaskoya Têhranê, pirsgirêka ceryanê bûye
Evdilriza Rehmanîyê Fezlî wezîrê karên hundur ê Îranê îro li koma nûçegihanan li bajarê Têhranê tevî ku li bara candayîna hejmareke personelên agirvemirandinê û gelê Îranê di encama bûyera hilweşîna avahîya Plaskoyê da sersaxî da, got ku yekem tişta ku em dema hilkolandina hegera bûyera agirpêketin û hilweşîna Avahîya Plaskoyê pê hesîyan, pirsgirêka iliktirîkê bû.
Seyîd Celal Melikî berdevkê sazîya agivemirandinê ya Têhranê jî got ku meytê panzdehemîn agirvemirînerê şehîd îro ji bin kelefeyên Avahîya Plaskoyê hat derxistinê.
Wî herwiha got: Ligel agirvemirînerê ku li nexweşxanê şehîd bû, hejmara agirvemirînerên şehîd giheşte 16`an.
Opêrasyona rakirina kelefeyên Avahîya Plaskoyê didome.
Bûyera agirpêketin û hilweşîna Avahîya Plaskoyê li halekî ket roja heştem ku duh bi hewldana ekîbên pişkdarê vê opêrasyonê zêde ji sedî 80`yê kelefe û bermahîyên vê avahîyê hat rakirinê û heta niha 18 ton kelefe û bermahî ji vê avahîyê hatîye derxistinê.
Heta niha nêzî 140 sandiqên hesin ên taybetî ragirtina belgeyan û dirêf ji nav kelefeyên Avahîya Palaskoyê hatine derxistinê û radestî rayedarên polîs û dadwerîyê hatine kirinê. Dayra Xeracê jî ragihand ku ji baca dikandar û firoşerên Avahîya Plaskoyê ku avahîyeke mezin a ticarî bû, derbas dibe û ji wan nastîne.
Dewletê jî ragihand ku yê hin dikarên demkî bide dikandarên mexdûr ên Avahîya Plaskoyê heta dema ku Avahîya Plaskoyê ji nû va bê avakirinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)