AsyaÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Wezîrê kazakî got: “Deriyê me tim vekiriye”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Kazakistanê Roman Vasîlenko di hevpeyvîna xwe ragihand ku di serî de ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û çareseriya hemû krîzên li ser dinyayê deriyê me ji her tim vekiriye.

Roman Vasîlenko di berdewamiya axaftina xwe ya ji bo hevdîtinên Astanyê de got: “Em wekî Kazakistanê piştgiriya xebatên navneteweyî ya çareseriya pirsgirê Sûriyeyê dikin. Di vê çarçoveyê de em piştgiriya dewletên ku li dijî terorîzmê tekoşînê didin jî dikin. Divê li her aliyê dinyayê tekoşîna li dijî terorîzmê were kirin.”

Vasîlenko di dirêjiya axaftina xwe de got: “Daxwaza me ew e ku li tu devera dinyayê şer çênebin. Pêwistiya dinyayê ku şer û pevçûnan bi rêyên aştiyane çareser bike heye. Em wekî Kazakistanê ji bo çareseriya pirsgirên aştî yên dinyayê deriyê me her dem vekiriye. Piştigriya Serokê Dewleta Kazakistanê Nursultan Nazarbayev ji bo çareseriya Sûriyeyê ya hevdîtinên Astanayê mînak e. Kazakistan piştgiriya hemû hevdîtinên aştiyane ku bi peşengiya Neteweyên Yekbûyî ve têne kirin dike.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu