LubnanNûçeRojhilatanavin

Wezîrê Lubnanê, pesna Hizbullahê da

Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê, bal kişand ser vê yekê ku siyaseta Beyrûtê xwedûrgirtina ji her cure kiryara şerxwazane li navçê ye û pesna berevaniya Hizbullahê ji welêt li hember Sîyonîstan da.

Wezîrê Karên Derve yê Lubnanê Cebran Basîl destdirêjiya berdewam a Rejîma Siyonîst ser sînorên hewayî yên Lubnanê bi bîr xist û got: Îsraîlê di du mehên buhurî de 480 caran hakimiyet û yekperçetiya erdê Lubnanê li derya,ji  erd û hewayê binpê kiriye.

Basîl bal kişand ser vê yekê ku  Rejîma Siyonîstî hin navçên Sûriyê û Lubnanê dagir kiriye û got: Hemî komên lubnanî li bara rasitiya dagirkirina beşek ji erdê Lubnanê ji aliyê Îsraîlê û pêşwstiya rawestana li ber wê hev bîr û ra ne. Sîstema berevaniya hewayî ya Hizbullaha Lubnanê, 25 Tebaxê, 2 balefirên bêpîlot ên sîxoriyê yên Rejîma Siyonîst li başûrê paytexta Lubnanê sernixûn kirin.

Başa dön tuşu