CîhanEwropaNûçe

Wezîrê Navxwe yê Almanya dev ji karê xwe berda

Bi sedema nakokiyên li gel Angela Merkel Wezîrê Navxweyî yê Almanyayê dev ji karê xwe berda.

Di daxuyaniyekê de Partiya Civakî ya Mesîhiya ku, Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer serokatiya wê dike ragehand ku, bi sedema nakokiyên derbarê pirsa Koçberiyê de li gel Şêwirmenda Alamnayayê Angela Merkel wî wezîrî dev ji karê xwe hem weke wezîrê navxwe û hem jî weke serokê wê partiyê berda.

Berî niha Şêwirmenda Almanya yê Angela Merkel ji Radyoya ZDF re ragehandibû ku, ew dê hemû xebata xwe bike daku, derbarê pirsa penaberan li gel welatên Yekîtiya Eropayê bigehe encamên baş.

Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehoferv derbarê pirsa koçberiyê de daxwaz dike ku, hemû penaber  vegerin wî welatê yekemîn ê Yekîtiya Ewropayê  ku, navê xwe tê de tomar kirîn weke penaber, ev yeke jî ji aliyê Merkel ve nayê qebûl kirin.

Başa dön tuşu