AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê nifta Îranê: Hegera agirpêketina navenda pêtroşîmiya Bûelî teknîkî bû

Li gor rapora IRIB News`ê, Bîjen Namdar Zengene wezîrê nifta Îranê li sefera xwe ya îro îniyê bo bajarê Mahşehrê , hegera agirpêketina sayta 4 a Pitroşîmiya Bûelî yê derketina madên kîmyayî ji ber konbûna embarekê bûye û hemû dixebitin agir bê temirandin.

Namdar Zengene bilî diyarkirina mixabiniya xwe li bara keyfxweşiya birek ji welatên cînar piştî vê agirpêketinê destnîşan kir; welatekî misilman gere ku ji derbedîtina li welatekî dine islamî keyfxweş nebe.

Bîjen Namdar Zengene herwisa bilî retkirina nûça ku dibêjin xelk ji bajarê Mahşehrê hatine derxistin got: Hemû dixebitin ku vê agirê bitemirînin û tîmekî pispor jî li halê çavdêriya ser vê operasiyona temirandinê ye.

Wezîrê nifta Îranê bal kişande ser viya ku li agirpêketina sayta 4 a Pitroşîmiya Bûelî tu kes nehatiye kuştin destnîşan kir; hemû dixebitin ku bi vê zûtiyê ev agira bê temirandin û pisporên fennî jî li halê pilandanana ji bo jinûve çêkirina vê embarê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu