AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrê nifta Umanê: Xeta boriya gaza Îran-Umanê seratir ji danûistandineke ticarî ye

Muhemmed Hemed El-Remhî wezîrê nifta Umanê piştî hevdîtin û gotûbêja tev Bîjen Namdar Zengene wezîrê nifta Îranê got: Her du welatan peywendiyekî dîrokî bi hevra hene û babetên hevpare zav di navbera gelên du welatan hene û ev peywendiyên hanê dostane ne û em hêvîdarin ku hetanî sala 2020 xeta Boriya gaza îran-Umanê bikemile ku ser qazanca hemû welatên navçê ye û mînakek bona hevkariya hemû welatên navçê ye.

Wezîrê nifta Umanê destnîşan kir: Xeta Boriya gaza îran-Umanê ji pirojên serekeye û ez hêvîdarim ku ev piroja bi zêtî bê îcrakirin.

Wezîrê nifta Umanê ragihand Xeta Boriya gaza îran-Umanê pirojeyekî tecarî nîne û dê bibe sebeba qahîmbûna peywendiyên navbera du welatan û dê gelek bi erziş bibe û eva nîşana zirûfên heyî li babeta hevkariya du welatan e.

Muhemmed Hemed El-Remhî ragihand; Umanê biryar girtiye li bazarên cîhanî hevkariya xwe tev welatên niftfiroş û yên bikirê niftê berfireh bike ta ku buhaya niftê bigehêje heda xwe ya normal û li wê astê bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu