CîhanEfrîqaNûçe

Wezîrê parastinê û serokê polîsê Srîlankayê ji kar hatin dûrxistin

Koşka Serokomariyê ya Srîlankayê ragihand ku ser fermana serokomarê vî welatî Maithripala Sirisena wezîrê parastinê Ruwan Wijewardene û serokê polîsê Srîlankayê ji ber ku servîsên wan ên ewlehî û îstixbaratê nikarîne pêşiya teqînên terorîstî li Kolomboyê ku bûn sedema mirina zêde ji 360 kesan û birîndarbûna zêde ji 500 kesên din, bigire, ji kar hatine derxistin û bi zûtî wê cîgirên wan werin diyarkirin.

  Derxistina wezîrê parastinê û serokê polîsê Srîlankayê di rewşekê de ye ku serokwezîrê vî welatî Ranil Wickremesinghe jî îro îtiraf kir ku lawaziya birêveberiya ewlehî û îstixbaratê bû sedema teqînên terorîstî li Srîlankayê.

Başa dön tuşu