IraqNûçeRojhilatanavin

Wezîrên berevanî û karên hundir divê ji nav kesên serbixwe bên hilbijartin, ji ber ku tenê ev mijar e ku dikare serxwebûn û serbilindiya Iraqê biparêze

Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê got: Wezîrên berevanî û karên hundir divê ji nav kesên serbixwe bên hilbijartin, ji ber ku tenê ev mijar e ku dikare serxwebûn û serbilindiya Iraqê biparêze.

Li gorî rapora Al Alamê, Seyid Muqteda Sedr Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê îro Sêşemiyê li ser twitterê pêşniyarek da Edil Evdilmehdioyê serokwezîrê Iraqê derbarê kemilandina kabîneya wezaretî û nivîsî: Hegera derengiya kemilandina dewleta Iraqê planên wan kesan e ku li dû pişk û para xwe û desthilatdarkirina kesên gendel û nekêrhatî ne.

Seyid Sedr li vê twittê nivîsî: Ez ji serokwezîr ra pêşniyar dikim ku nasandina wezîrên berevanî û karên hundir bixe lezê û deriyê berendambûnê ji bo bidestxistina van du wezaretxaneyan ji ser rêberên mezin ku erdên dagirkirî ji aliyê DAIŞê va azad kirin, vebike.

Başa dön tuşu