LubnanNûçeRojhilatanavin

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê ser beşdariya berfireh li hilbiajrtinê sekinî

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li hevdîtina bi nûnerên navça Beilebek -El-Hermelê re daxwaza beşdariya gelanî li hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê kir.

Li gorî rapora roja îniyê ya navenda nûçan a El-Neşreyê, seyd Hesen Nesrullah, sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê li hevdîtina bi nûnerên navça Beilebek-El-Hermelê re, kesên ku êrişî ser lîsteya “ Hêvî û emegdariyê“ ya vê navçê dikin, rexne kirin û ew weke hevpeymanên DAIŞ û bereya El-Nusreyê bi nav kirin.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê her wiha got: Xelkê Beilebek-Hermelê qet rê nadine kesên ku çek û sîlehan didin DAIŞ`ê û bereya El-Nusreyê ku bibin nûnerê vê navçeyê.

Seyd Hesen Nesrullah bal kişand ser rewşa navça Beilebek-Hermelê ji sala 1982`an û destnîşan kir: Ji sala 1982`an heya niha, li vê navçeyê gelek destkewt hasil bûne.

Sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê destnîşan kir: Li şerê Temozê ger wezîrên berxwedanê û hevpeymanên wê û Nebîh Bêrî serokê parlemanan Lubnanê û Êmîl Kehûd serokkkomarê berê yê Lubnanê nabana, fransiyan dev ji daxwaza ji bo wergirtina çekên berxwedanê bernedidan û dewleta Lubnanê dê tim ser jiçekkirinê bisekiniya.

Pêştir jî şêx Neîm Qasim, alîkarê sekreterê giştî yê Hizbullaha Lubnanê bal kişand ser hewldana bêencam a Emerîka û Erebistanê ji bo guhertina muadileyên hilbiajrtinê û got: Ev alî hewl didin bi lawazkirina Hizbullahê li hilbijartinê, hevpeymanên berxwedanê bêhêvî bikin.

Di hemen demê de, şêx Elî Deimoş, cîgirê serokê Konseya kargêr ê Hizbullaha Lubnanê vê dawiyê bi amadebûna li bajarê Beilebekê li rojhilata vî welatî got: Emerîka û Erebistan bi pêkanîna tirsê nav xelkê hewl didin wan ji hevrêtiya bi berxwedanê dûr bikin.

Hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê dê 6 Gulana 2018` an were li dar xistin.

Başa dön tuşu