ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrên karên hundur ên Îran û Tirkiyê bi hev re gotûbêj kirin

ezîrê karên hundur ê Tirkiyê, bi Rehmanî Fezlî re gotûbêj pêk anî.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a FARS`ê, Silêman Soylo, wezîrê karên hundur ê Tirkiyê, nîvroja îro li sefera bo Têhranê, bi Ebdulriza Rehmanî Fezlî, wezîrê karên hundur ê welêt re li vê wezaretxanê hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Wezîrên karên hundur ên Îran û Tirkiyê, li vê hevdîtinê li ser berfirehkirina zêdetir a peywendiyên dualî û meselên herî girîng ên navçeyî û navneteweyî bi hev re gotûbêj kirin û axivîn.

Herwiha li vê seferê wê civînên taximên payebilind ên Îran û Tirkiyê bi serokatiya wezîrên her du welatan werin lidarxistin.

Başa dön tuşu