ÎranNûçeRojhilatanavin

Wezîrên pêşniyarkirî yên dewleta Rûhanî hatin diyarkirin

Serokê Komara Îslamî ya îranê, Hesen Rûhanî bi cihanîna xala 133ê ya Qanûna Bingehîn, ji bo wergirtina dengê pêbaweriyê navên wezîrên pêşniyarî yên xwe raber Meclisa Şêwraya îslamî kiriye.
Mihemed Cewad Zerîf ji bo wergirtina wzeareta karên derve, Emîr Hatemî ji bo wergirtina Wezareta Berevanî û Piştgiriya ji Hêzên çeldar, bîjen namdar Zengene ji bo Wezareta Niftê, Ebdulriza Rehmanî Fezlî ji bo Wezareta Karên Hundir û Seyd Mehmûd Elewî ji bo wergirtina Wzeareta Itilaatê ji wezîrên pêşniyarkirî yên Hesen Rûhanî ne.
Mihemed Cewad Azerî Cehromî ji bo wezareta Têkillîgirtin û Têknolojiya zanyariyan (IT), Mesûd Kerbasiyan ji wezareta karên aborî û heyitiyê, Mihemed Bethayî ji bo wezareta perwerdehiyê, Hesen Qazîzade Haşimî ji bo wergirtina wezareta Tendurustî û derman û perwerdehiya pzişkiyê, Elî Rebîyî ji bo wezareta Teavon, kar û Rehetiya Civakî, Mehmûd Hucetî ji bo wergirtina wezareta Cîhana Çandiniyê, Seyd Elîriza Aawayî ji bo wezareta dadweriyê, Ebas Axondî ji bo wezareta Rê û Bajarsaziyê, Mihemed Şerîetmedarî ji bo wezareta Pêşe, Maden û Ticaretê, Seyd Ebas salihî ji bo werzareta Çand û Irşada Islamî, Hebîbullah Bîteref ji bo wezareta Hêzê û Mesûd Soltanîfer ji bo wergirtina wezareta Werziş û Ciwanan, ji wezîrên din ên pêşniyarkirî ne.
Wezîrê zanist û lêkolîn û Têknolojiyê dê piştra bê nasadnin.
Niha 18 wezaretxane li Îranê hene.
Serokê Komara îslamî ya îranê di heyama du hefteyan piştî pêkanîna merasima Sondxwarinê bi awayê nivîskî navên wezîran hevrê digel şirove û Biyografiya her yek ji wan û bernameyên dewletê raber meclisê dike û serokê parlimanê erkdar e ku di yekem derfetê da li sehna gelanî ya meclisê gihîştina nameya danasîna wezîrên pêşniyarkirî ragihîne û piştî xwednian wê, îzna zêdekirna wê dide.
Hefteyekê piştî danasîna dewletê, civînên meclisa Îranê bi awayê berdewam ji bo behs û hilkolandina stratijî û xalên giştî li bernameyên dewletê û wergiortina dengê pêbaweriyê ji bo wezîran pêk tên.
Hesen Rûhanî heftemîn serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê bo duyemîn dorê li Meclisa Şêwraya îslamî Sond xwar ku parêzvanê Îslam, pergala Komara Îslamî û Qanûna Bingehîn a Îranê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)
Başa dön tuşu