EwropaNûçe

Ji bo Ewropayê hişyarî: Dibe DAIŞê di Noelê de êriş bike

Parlamenterê Partiya Komunîstan yê Moravya û Bohemyayê Aleksandr Černý nûçeyên derbarê DAIŞ plandike êrişî Ewropayê bike, nirxand û ragihand ku divê welatên Ewropayê guh bidin van hişyariyan û li gorî vê tevdîran bigre.

Cîgirê Serokê Komîteya Parastina Parlamentoya Çekyayê, Černý diyar kir ku DAIŞê hêdî hêdî winda dike. Lê êrişa daîmî ya li ser DAIŞê bandorek neyînî li endamên rêxistinê dike. Alîgirên rêxistina terorîst hêj jî li Ewropayê xwe diveşêrin û dimînin.

Li gorî daneya Navenda Koordînasyona Têkoşîna dijî Terorîzmê û Ewlehiya Neteweyî ya Holandayê 80ê terorîstên ku fikra DAIŞê dene xwe li welatên Ewropayê veşartine. Ev tê wateya ku em û hêzên ewlekariyê gelek bi balder tevbigerin. Di beriya Noelê de li qadên panayirên cejnê ya li Ewropayê gelek kes dicivin.

Černý, divê hişyariya êrişan ji aliyê hemû kesan ve bê guhdar kirin. Tespît kirina êrişên wiha berî nemimkûne. Kesên ku ji DAIŞê re dixebitin wesfê miroviyê winda kirine. beriya du salan tiştên wiha tinebûn, divê cihan û Ewropa ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê çi ji destên wan bê, bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu