ÎranNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî: em di pêşxistina moşekên parastinê de tawîzê nadin

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî di axaftina xwe de ragihand ku em di pêşxistina moşekên parastinê de tawîzê nadin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê Behram Qasimî di axaftina xwe de got: “Di çarçoveya baweriya Îslamî û erka netewî de ji mafê xwe yê pêşxistina moşekên parastinê de bi qasî misqal jî tawîzê nadin.”

Behram Qasimî di berdewamiya axaftina xwe de got: “Di mijara berjewendiyên netewî û mafê parastinê de ne mimkin e em gavên berepaş bavînin. Îran wek her car dê bi hemû erk û hêza xwe bernameya pêşxistina hedefên xwe yên stratejîk û parastinê dewam bike.”

Qasimî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Dewleta Îranê ji bo aramî û ewlehiya xwe bernameya parastina moşekan didomîne. Di dîroka me ya 100 salî de me êrişî ti kesî nekiriye û em nakin jî. Îran li herêmê ji bo aştî û ewlehiyê xebatê dimeşîne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu