ÎranLubnanNûçeRojhilatanavin

Wilayetî: Serketina Hizbullahê li hilbijartinê, nîşana piştrastkirina hikûmeta Lubnanê ye

Şêwirmendê navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, serketina Hizbullahê li hilbijartinên parlemanî nîşana piştrastkirina hikûmetê û siyaseta niha ya vî welatî ji aliyê xelkê Lubnanê da zanîn.

 Elî Ekber Wilayetî, duşemiyê şevê li gotûbêja bi kanala yekê ya televîayona Îranê re got:Serketina bereya berxwedanê û Hizbullahê li hilbijartinên  parlemanî yê Lubnanê dikare  serketinên eskerî yên berê bidin zanîn û wisa  destnîşan kir ku ev serketina  dikare roleke  bi bandor li pêşrija navçê hebe.

Şêwirmendê navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî gotinên xwe wiha domandin: Ferqa  vê dewra hilbiajrtinê bi dewra derbasbûyî eva ye ku  vê carê bêyî pirsgirk, piraniya dengan bû nisîbê koma 8 Adarê(Hizbullah û hevpeymanên wê) û helbet tivdîrên seyd Hesen Nesrullah li vê hilbijartinê pir bandora xwe hebûne.

Wilayetî destnîşan kir: Siûdiyan çend mehan berî niha  bi rehîngirtina serokwezîrê Lubnanê şans û bextê xwe ceribandin lê bi hikmeta gelê Lubnanê û tivdîrên seyd Hesen Nesrullah, nekarîn  bighêjin armancên xwe ku  hema pêkanîna  alozî û bêewlehiya  hilbiajrtinê bû.

Wilayetî teqez kir: Serketina  Hizbullahê û bereya berxwedanê li vê hilbijartinê, piştrastkirina pergala siyaseta niha ya Lubnanê ye, bi hezkirina xwedê heftiya dinê û bi lidarxistina hilbijartinê li Iraqê jî wezna bereya berxwedanê li cîhanê bibe çend beramber.

Hilbijartinên parlemanî yên Lubnanê, roja yekşemiyê li 15 navendên hilbijartinê li vî welatî hat lidarxistin.

Libnan xwediyê pergaleke  parlemanî ye û saziya dewletê jî ji parlemanî  tê avakirin, yanê parleman, navenda  desthilatê li Lubnanê ye û bijartina  serokkomar û dengê pêbaweriyê bo serokwezîr ji van desthilatên  sereke yên  vê saziyê ye.

Li gorî qanûna hilbijartinên Lubnanê ku li gor  şêwaza rêjeyî hatiye  amadekirin, xelk dengê xwe didine lîsteya hilbaijrtinê û her lîste li gorî asta dengên parlemanê dê kursiyên xwe  hebin. Her  kes tenê dikare  dengê xwe bide lîsteyekê û her  wiha dengê xwe  yê tercîhî bide  kesek ji endamên  lîsteya hanê.

Pêştir  dengê lubnaniyên  şeş welatên Îmarat, Uman, Erebistan, Qeter, Kuweyt û Misrê, herwiha  lubnaniyên  rûniştiyê welatên Emerîka, Kanada, Awistralya, peravên Acê, Nîcer, Brazîl, Brîtanya û Farnsayê hatine  girtin.

Başa dön tuşu