CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Xanima Merziyeya Haşimiyê, pêşkêşkarê Kanala Press TVya Îranê li Amerîka yê hat girtin

Polîsê Amerîkayê pêşkêşkara PRESS TVyê bêyî hilêxistina tawana wê û li sefereka jibo hevdîtina tev malbata xwe girt.

Xanima Merziyeya Haşimiyê, pêşkêşkarê Kanala Press TVya Îranê ji roja Yekşemiyê va di rewşeka gellek nebaş da li zindaneka Waşîngtonê derbas dike.

Tê gotin memûrên amerîkî piştî girtina vê jina misilman hicaba wê rakirine û kincin dane wê ku tam bedena wê naniximîne.

Merziyeya Haşimiyê di tenha têkilliya ku tev malbata xwe hebûye her wiha gotiye ku zindanvanan dest û piyê wê bi zincîrê girêdane û xwarineka ku goştê berazan têda hebûye dane wê, lê wê ew nexwariye û ji xwarina xwarina munasib jî bêpar maye.

Pres TVyê ragihand ku Merziyeya Haşimiyê bi eslê xwe amerîkî ye û li çend seferên xwe bo Amerîkayê hertim ji reftara neçê ya memûran bi tayebt li firokexaneya Amerîkayê gazinde dikir, lê heta niha bib vî rengî nehatibû girtinê.

Rayedarên Polîs û saziya dadweriyê ya Amerîkayê tevî derbasbûna sê rojan ji girtina Merziye Haşimiyê, tu tawanek li dijî hilênexistine û tu şiroveyek derbarê girtina wê nedane.

Başa dön tuşu