CîhanEwropaNûçe

Li Chicagoyê reş û jinan Trump protesto kirin

Li Amerîkayê protestoyên li dijî Serokê Dewletê Donald Trump dewam dikin. Li bajarê Chicagoyê çalakvanan Trump protesto kir û ragihandin ku em Amerîkayeke nîjadperest naxwazin.

Çalakiya peşî ku li devê avahiya federal a Kluczynskiyê ji bo Roja Jinên Cihanê hat lidarxistin. Grûba ku bi 100an ji jinên çalakvan pek dihat Trump û polîtîkayên wî protesto kirin. Jinên çalakvan bi afîşên ‘em daxwaza edaleta wekheviyê dikin’, ‘ji bêheqiyê re bes e’ û ‘ji Trumpê Ku Lux Klan û ji Amerîkaya nîjadperest re na’meşiyan û li dijî Trump sloxan avêtin.

Di çalakiya din de jî ji xeyrî Trump polêsên Chicagoyê di hedefe de bû. Çalakvanan bal kişand ser şîdeta polêsan a ser reşikan û bi sloxanên ‘jiyana reşikan girîng e’ û ‘edalet tunebe aştî jî tuneye’ hetanî devê avahiya Trump Towerê meşiyan. Çalakvanan daxwaz kir ku divê polês ji terefê mekanîzmeyeke sivîl ve were birêvebirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu