ÎranNûçeRojhilatanavin

Xatemî: Piştevaniya ji Munafiqîn bernama îstikbarê dijî Îranê ye

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê piştevaniya ji grûpa Munafiqîn bernama nû ya îstikbar û sehyonîzma cîhanî dijî gelê Îranê daye zanîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ayetullah Ehmed Xatemî pêşnimêjê îniyê yê Têhranê li xutbên vê heftê yê nimêja îniyê bal kişande ser xebata Amerîka û Erebistanê bona zindîkirina ducarî ya grûpa terorîstî ya Munafiqîn û xerckirina milyardan dolar bo wan û destnîşan kir; li gor rêketinên ku hatine kirin qirare Erebistan piştevaniya abûrî û çek û sîlahî bide grûpa Munafiqîn ta ku carek din ev grûpa terorîstî dijî gelên navçê, ji wan Îranê xebatên xwe yên terorîstî destpê bike.

Ayetullah Ehmed Xatemî grûpa Munafiqîn grûpeke terorîstî yê jinavçûyî û jibîrbûyî daye zanîn û destnîşan kir; Amerîka û hevalbendên xwe yên ewrûpî û navçeyî qet nikarin vê grûpa terorîstî û mirovkuj ku bi tamî jinav çûye carek din zindî bike.

Ayetullah Ehmed Xatemî bal kişande ser viya ku grûpa terorîstî ya Munafiqîn dosiyekî reş li cem gelê Îranê heye destnîşan kir; Wan 17 hezar kes ji Çîn û qatên curbicure xelkê Îranê şehîd kirin.

Xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê herwisa bal kişande ser nexş û rola girîng a grûpa terorîstî ya Munafiqîn li kuştina şîe û kurdên Iraqê ku bi fermana Sedam cih hat û destnîşan kir; Ev grûpa her niha li kêleka DAIŞ`ê li Iraqê û Sûriyê mijûlî misilmankujiyê ye.

Pêşnimêjê îniyê ya Têhranê herwisa gote karbidestên Komara îslamî ya Îranê; bi hêz û qawetekî zav xizmeta xelkê bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu