NûçeRojhilatanavinSûriye

Xebata ji bo rakirina boykotên dijî Sûriyê

Cîgirê serokê komîta karûbarên derve ya Yeketiya Ewrûpayê ji xebatên bona rakirina boykotên dijî Sûriyê ji aliyê vê yeketiyê xeber da.

Li gor rapora ajansa fermî ya Sûriyê ya ser navê (Sana`yê) Xaviyêr Kasa Cîgirê serokê komîta karûbarên derve yê Yeketiya Ewrûpayê li hevdîtina xwe ya îro şemiyê tev Hidye Ebbas seroka parlemana Sûriyê got: Yeketiya Ewrûpa ji bo rakirina boykotên dijî Şamê dixebite.

Xaviyêr Kasa bilî mehkûmkirina boykotên Amerîka û Yeketiya Ewrûpa dijî Sûriyê destnîşan kir ku pêwîste Amerîka û Yeketiya Ewrûpa dest ji xwetêkeliya nav karûbarên welatan berdin.

Xaviyêr Kasa herwisa ragihand; Ew terorîstên ku roja îro li nav axa Sûriyê dest bi cinayetên nemirovane dikin her ew terorîstin ku li sala 2004 li Ispaniyayê welatiyên bê gunehe vî welatî kuştin loma pêwîste ku rastiyên ku niha dinav axa Sûriyê diqewimin bigehêjin agehdariya parlemana Ewrûpa.

Cîgirê serokê komîta karûbarên derve yê Yeketiya Ewrûpayê û seroka meclisa Sûriyê li vê hevdîtinê li ser alûgorên cîhanê û navçê jî bi hevra gotûbêj kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu