ÎranNûçeRojhilatanavin

Gotinên rêberê giranqedr ê Inqilabê li hevdîtina tev berpirsên wezareta Itillatê

Rêberê giranqedr ê Iqnilaba Islamî destnîşan kir: Wezareta Itileatê (ewlehî û îstixbaratê) ya Îranê `Çepereke herî girîng û hestiyar` û `Çavê bi ronî û hişiyar ê Nizama Îslamî `ye.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî, hezretê ayetullah Xamineyî roja sêşemiyê li hevdîtina ligel wezîr, cîgir û birêvebirên wezareta Itileata Îranê bi gotina viya ku bingeh û siyaset û ramanên Inqilaba Islamî gerek bi tamî li vê wezaretxanê werin parastin, her wiha got: Wezareta Itileatê postê (cermê) stûr a pergala Komara Islamî ye û nabe ku bi ti awayî were lawazkirin.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya li ser xurtkirina hêlên manewî û bawermendiyê li wezareta Itileata Îranê, got: Serneketina welatên zorbêj ên cîhanê li hemberî pergala Îslamî tevî hebûna komplo û şêwazên cûrbicûr ku ji roja yekem li dijî Inqilaba Islamî bi kar anîn, ji bilî piştevaniya `Bawermendiyê` mimkin nebû.

Rêberê Înqilabê amaje bi derfet û feraseta zengîn a wezareta Itileata Îranê li warê hebûna hêz û ciwanên bibawer û inqilabî kir û destnîşan kir: Nivşa teze ya wezareta Itileatê gerek her wek berê wek nivşeke nirxdar û inqilabî pêşkeve û xurt bibe.

Hezretê ayetullah Xamineyî got: Xwedûrgirtina ji  çavkaniya tevgera istikbarê anku Amerîkayê ji ramanên herî girîng û tekûz ên îmam Xumêynî (Rehmeta Xwedê lê be) ye û ev mesela nabe ku bikeve bin bandora  sistî û cidînebûnê.

Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî got: Wezareta Itileatê li her beşekê ku dikare bibe hesar û kelayek li hemberî kemîn  û hewldana dijmin ji bo derbelêdana li pergala islamî, gerek li wir amade bibe û wê beşê wek warê xebata xwe bizane. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu