IraqNûçeRojhilatanavin

Xebata parlemana Iraqê û destpê bû û nuneran piştgiriya xwe ji opersyona Felûceyê ragihandin

Li gorî rapora IRNA`yê, serokê parlemanê, Selîm Cebûrî di destpêka civînê de ragihand ku bi beşdariya 167 nunerên parlemana neteweyî ya Iarqê, civîna îro gihêştiye asta xwe ya qanûnî.

Pêştir Cebûrî bernama civîna îro, biryardana li bara domandina dema qanûndarêştina parlemanê, ragihndina piştgiriya ji opersyona azadkirina Felûceyê, hilkoalndina rewşa însanî ya awreyên Felûcê, buyerên ewlehiyê û teqînên vê dawiyê li Bexdayê û bajarên din, hilkoalndina rewşa aborî û wergirtina deynê ji banka navneteweyî ya dirêv dabû zanîn. Ji ber nerazîbûna nunerên fraksiyona `Guherînxwaz` û nunerên Tevgera Sedrê, Selîm Cubûrî li civînekê tev serokên fraksiyonên parlemanê îro berî nîvro biryar da ku civîna îro tenê li ser ragihandina hevgirtina nunerên Iarqê ligel opersyona giring a Felûceyê bimeşe. Serokwezîr, Heyder Ebadî û fermandarê giştî yê hêzên çekdar ên Iraqê jî bi nîşana vê hevgirtinê li civîna parlemanê amade bûn û li kêleka nunerên din ên Iraqê, pêvajoya opersyona azadkirina Felûceyê piştrast kir û ew ji nuneran re şirove kir. Nunerên fraksiyonên hevalbendiya kurdan jî li civîna îro ya parlemana Iraqê beşdarî kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

 

Başa dön tuşu