IraqNûçeRojhilatanavin

Xelkê Mûsilê dema dîtina serbazên Iraqê gîriyan

Xelkê Mûsilê dema dîtina serbazên Iraqê, wan hêmbêz dikin û ji kêfxweşiyê dîgîrîn.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Fars`ê, hêzên iraqî li rojhilatê Mûsilê karîne pêşveçûnên  berbiçav bi dest bixin û li alûgorên meydanî yên herî dawîn, navçeya El Întisarê jî girtin destê xwe.

Bi ketina hêzên iraqî nava kolanên bajarê Mûsilê, xelkê ku zêde ji du salan bi desê DAIŞ`ê dîl hatibûn girtin, bi dîtina van hêzane, ji malên xwe derketin û serbazên iraqî himbêz kirin.

Hejmarek ji xelkê Iraqê karîne berî destpêbûna operasyonê ji bajêr birevin lê ewên ku nekarîne vî karî bikin, li bajêr dorpêç bûne û terorîstên DAIŞ`ê wan wekî mertalên mirovî bi kar tînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu