AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zêdebûna peywendiyên ticarî navbera Îran û Krovasyayê

Serokê meclîsa şêwra Îslamî ya Îranê daxwaza zêdekirina peywendiyên aborî û ticarî bi Krowasyayê re kir.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Larîcanî serokê meclisa şêwra Îslamî ya Îranê duh berêvarê li hevdîtina Kolînda Grabar Kîtarowîç serokkomara krovasyayê li Têhranê got ku niha asta peywendiyên aborî yên du welatan kêm e û êdî wext e ku ji zûrûfên du welatan bona zêdekirina peywendiyên aborî û ticarî îstifadê bikin .

Larîcanî bal kişand ser rewşa navçeyê û tekez kir ku bona damezrandina aşitiyê û qedandina koka terorîzmê divê welat bigihêne têgihêştin û encameke hevpar li vê barê û bi viyana navneteweyî li ber wan bisekinin ku helbet tenê riya rawestana li ber vê meselê ne şêwaza eskerî ye .

Serokkopmara Krowasyayê jî li vê hevdîtinê got ku Krovasiya li warê riya hesin, çêkirina gemiyan, enerjiyê, pêşeya xwaekê, veguhestina kelûmelan û geştyariyê xebat û tecrubên zav heye ku dikare bi Îranê re hevakriyê bike .

Di eynî demê de, Ayetullah Haşimî Refsencanî serokê civata kivşkirina mesliheta nizama Îranê li hevdîtina serokkomara Krovasyayê tevî pêşewaziya ji berfirehkirina têkiliyên bi Krovasyayê re got ku hevkariya bi welatên Yekitiya Ewrûpayê ser bihzêkirina aborî û pêşeyê bibandor e.

Kîtarowîç jî li vê hevdîtinê destpêbûna karê komîsyona hevpar a aborî bo berfirehkirina peywendiyên dualî kêrhatî da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu