ÎranNûçeRojhilatanavin

Xerazî: Zorbêjiya Amerîkayê ji hokarên sereke yên nearamiyê li Rojavaya Asyayê ye

Serokê Konseya Stratijîk a Pêwendiyên Derveyî yên Îranê destwerdana welatên biyanî ji bo nearamkirina welatan û zorbêjiya Amerîka û Rêjîma Siyonîst derheqê filsitîniyan ji hokarên sereke yên nearamiyê li Rojavaya Asyayê da zanîn.

Serokê Konseya Stratijîk a Pêwendiyên Derveyî yên Îranê, Seyd Kemal Xerazî ku vê demê li Almanyayê ye, roja Sêşemiyê di dewama gotûbêjên xwe digel ramanwer û kesayetiyên siyasî yên Almanyayê û li hevdîtina bi Norbêrt Rotgen serokê Komîsiyopna siyaseta derveyî ya Parlimana vî welatî ra got: Îran li warê pêkanîna ewlehiyê li navçeyê xwedan roleka girîng e, tevî viya ku bi hebûna qeyranên li derdora xwe, li warê parastina ewlehiya xwe jî serketî bûye.

Serokê Konseya Stratijîk a Pêwendiyên Derveyî yên Îranê got: Welatên navçeyê jî divê ji bo pêkanîna aştî û aramiyê û bêyî destwerdana biyaniyan bi hev ra bikevin diyalogê.

Xerazî her wiha got: Komara Îslamî ya Îranê amade ye ku bi welatên navçeyê ra gotûbêj bike û heke xwest û iradeyeka durust hebe, gotûbêj dkarin bigihêjin encamê, tevî viya ku Ewropa jî dikare roleka erênî li warê alîkariya bo van gotûbêjan hebe.

Norbêrt Rotgen, serokê Komîsiyona siyaseta derveyî ya Parlimana Almanyayê jî bal kişande ser qeyran û guhertinên navçeya Rojavaya Asyayê û got: Rojhilata Navînê tu wextî weke vê demê nearam nebûye. Loma pêwîst e ku welatên navçeyê rêkarin ji bo kontrola rewşê hilêxînin.

Serokê Komîsiyopna Siyaseta derveyî ya Parlimana Almanyayê her wiha derbarê soza Ewropayê derheqê Lihevkirina Atomî got: Ewropa hewilê dide ku herî zûtirkê rêkarên cihanîna pakêta pêşniyarî bide Îranê.

Başa dön tuşu