IraqNûçeRojhilatanavin

Bipêşdeçûna hêzên iraqî nav Mûsilê

Hêzên iraqî bi pêşdeçûna xwe nav bajarê Mûsilê derbasî navça Tehrîrê bûn.

Hêzên iraqî îro operasyoneke nû bi armanca bipêşdeçûna ber bi bakurê bajarê Mûsilê destpê kirin. Ev bipêşdeçûna li halekê cih tê ku êrişên bi hawanê yên DAIŞê li vî bajarî jî didomin.

Ev bajêra ku duwem bajêra  mezin ê Iraqê ye meqera  dawiyê ya giring a DAIŞê li vî welatî ye.

Ji aliyê din ve li encama teqîna bombeyekê li başûrê rojava Bexdayê paytexta vî welatî 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Ev ali halkeê ye ku li encama teqînên  roja duşemiyê jî sê kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Taxima  Rêxistina Neteweyên Yekbûyî li Iraqê sêşemiya heftiya  derbasbûyî li raporekê ragihand ku zêde ji hezar û 700 iraqî li Cotmehê ji ber tund û tûjiyê canê xwe ji dest dane.

Li gorî vê raporê, parêzgeha  Bexdayê bi 268 kuştiyan û 807 birîndaran hejmara herîzêde ya kuştiyan li meha buhurî hebûye (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu