NûçeRojhilatanavin

Xercê deh milyon dolarî yê Alê Siûdê jibo bijartina Netenyahû

Alê Siûd 80 milyon dolar cercê propagendeya hilbijartinê ya serokwezîrê Rejîma Siyonîst kiriye.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya televîzyona El-Minar a Lubnanê, Îshaq Hertezog, serokê partiya Siyonîst a Kar û endamê parlemana Îsraîlê eşkere kir ku li hilbijartinên sala 2015`an a Îsraîlê, Selman Bin Ebdulezîz, paşayê siûdî xercê propagendeya hilbijartinê ya Binyamîn Netenyahû, serokwezîrê Îsraîlê daye.

Îshaq Heretezog bal kişand ser belgeyên eşkerebûyî yên Panamayê û got, paşayê Erebistanê li hilbijartinên Adara 2015`an ên Îsraîlê, 80 milyon dolar ji riya welatiyekî sûrî-spanyolî bi navê Muhemed Eyad Kilyalî wek alîkariya hilbijartinê şandiye navenda hilbijartinê ya Netenyahû.

Tê gotin ku diravên Erebistanê bi riya hisaba bankî ya şîrketekê li giravên Vîrcîn ên Inglîzê hatine şandin ku xwedanê wê tacirekî siyonîst bi navê Têdî Saxî bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu