IraqNûçeRojhilatanavin

Terorîstên DAIŞê îro li Mêhwera Daqoqê êrişî hêzên kurdan kirin, di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da

Berpirsê Mêhwera Daqoqê ya Hêza Pêşmerge, Mihemed Hacî Qadir got; “Îro sêşemî 15ê Mijdara 2016, saet 4:40 pêşmergeyek bi qenasê terorîstên DAIŞê li gundê Etşane yê li Mêhwera Daqoqê şehîd bû.”

Mihemed Hacî Qadir dîyar kir ku Navê wî pêşmergeyî Aware Ehmed e û xelkê navçeya Raniyeyê ye û ser bi Lîwaya 118 a Balek a Hêza Pêşmerge bû. Hacî Qadir herwiha destnîşan kir ku Ev pêşmerge li yek ji sengerên gundê Etşane serê xwe bilind kiriye û terorîstên DAIŞê ew bi çeka qenasê kirine armanc û di encamê de jiyana xwe dest da. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu