ÎranNûçeRojhilatanavin

Xîm û binyata şerê nav Sûriyê bona parastina ewlehiya Rejîma Siyonîstî li hemberî gefên ji ber hişyariya îslamî bû

Husên Emîrebdullahiyan Nûnerê taybete serokê meclisa Şêwra îslamî ya Îranê li karûbarên navnetewî li gotûbêja xwe ya îro îniyê tev ajansa Meclisê xalifandina hişyariya îslamî ser navê Bihara Erebî pîlanekî rojava ye loma rojava bona xalifandina hişyariya îslamî li nav Sûriyê pîlan çêkir ji ber ku cî û mewqiya Sûriyê li navçê taybet bû û dikare bona ewlehiya Rejîma Siyonîstî wekî gefek bê hisab loma rojava kirîza nav Sûriyê destpê kirin.

Husên Emîrebdullahiyan bilindiyên Gulanê nîşana qudreta mêhwera berxwedana dijî Rejîma Siyonîstî daye zanîn û ragihand; Li rewşekî wiha Telavîvê xwest ku şer û pevçûn û aloziyê dinav Sûriyê da çê bike lê ev tişta ku roja îro li nav Sûriyê diqewime, nîşan dide ku pîlanên Rejîma Siyonîstî dijî hişyariya îslamî û Îranê berovajî bûne.

Alîkarê berê yê wezîrê karên derve yê Îranê herwisa bilî rexneya tund ji siyasetên Erebistanê li hemberî kirîza Sûriyê û pêkanîna terorîstên tekfîrî li navçê û got: Her çend Erebistanê hertim dixwestiye ku rewşa Sûriyê aloz be lê Îran qet çêbûna reforman li nav Sûriyê înkar nekiriye.

Husên Emîrebdullahiyan li bara vebûna baylozxana Erebistanê li Têhranê jî got: Heta niha ku Riyaz îlaqedarî hebûna peywendiyên dîplomatîk tev Îranê nîne û li destpêkê pêwîste Riyaz bigehêje vê qenaetê ku hewcedarî hebûna peywendiya dîplomatîk tev Îranêye.

Wî got: Îran û Erebistanê du welatên mezin û bi tesîr li navça rojhilata navîn û cîhana îslamê ne û baştirbûna peywendiyên navbera Riyaz û Têhranê dikare ser ewlehiya navçê bi tesîr be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu