AsyaCîhanEfrîqaNûçe

Xisarên ba û bagera giran li Mozambîkê: 417 kuştî û bi sedan kesên wendabûyî

Rayedarekî Mozambîkê raghand ku heya niha 417 kes ji ber bagerê li vî welatî canê xwe ji dest dane û tevî zêdebûna hejmara  wendabûyiyan, muhtemel e ku hejmara kuştiyan hîn zêdetir jî bibe.

 Rêxistina Neteweyên Yekbûyî raghand ku hela tu raporek li bara  tûşbûna  bi nexweşiya kolêrayê li Mozambîkê nehatiye ragahndin lê hitmala  belavbûna vê nexweşiyê zêde ye û ava çens rûbaran li ber seraçûnê ye.

 Li gorî vê raporê,ba û bagera nasiyar bi Aydayê ku ji heftiya  buhurî ji Malavya, Mozambîk û Zîmbabwê li başûrê parezemîna Efrîqayê derbas bûye, jiyana zêde ji milyonek û 500 hezar kesî rastî pirsgirêkê kiriye.

 Bager, xwendingeh, firoşgeh, nexweşxane û qereqolên polîsê  kavil kirine û li hin navçan lehî jî bi rê ketiye.

Başa dön tuşu