NûçeRojhilatanavin

Partiya Tehrîkê Însaf, serketiyê hilbijartinên seranserî li Pakistanê

Komîsyona hilbijartinên pakistanê di daxûyaniyekê de raghand ku Partiya Tehrîkê Însaf ê ya vî welatî bi serokatiya Êmran xan bi bidestxistina 115 kursiyan ji sercem 342 kursiyên meclisa neteweyî, serketiyê sereke ya van hilbijartinan e.

 Li gorî rapora IRNA`yê, komîsyona hilbijartinên  Pakistanê roja îniyê,  Partiya Tehrîkê Însaf a vî welatî bi serokatiya  Êmran Xan serketiyê hilbijartinên parlemanî yên Pakistanê raghand:  Lê ewî piraniya  dengan bi dest nexistiye û divê ji bo pêkanîna  kabînê hevalbendiyê pêk bînin.

Li gorî vê raporê, Partiya Tehrîkê Însafê bi serokatiya Êmran xan bi bidestxistina 115 kursiyan, partiya  Muslim  çiqa Newaz Şerîf( ML-N) wek hevrikê sereke yê  Partiya Tehrîkê Însaf jî heya niha 62 û partiya  gel a pakistanê, ( PPP) jî 43 kursiyên vê meclisê bi dest xistine.

Parlemana  neteweyî ya  pakistanê, xwediyê 342 kursiyan e ku ji vê hejmarê, 272 kes bi dengê rasterast ê xelkê tên bijartin û yên mayî jî 60 kes ji jinan û 10 kes ji kêmînna li gor hejmara  kursiyên  ku partiyên siyasî li meclisê bi dest xistine, partiyan kivş dikin. Serdar Muhemed Riza her wiha got: Zêde ji sedî 55 ê xelkê beşdarê hilbijartinên parlemanî bûn.

Ji gelheya 194 milyon kesî ya Pakistanê zêde ji 105 milyon kes hêjatiya  beşdariya li hilbijartinên  parlemanî yên Pakistanê hebûn.

Hilbijartinêد parlemanî yên pakistanê roja çarşemiyê, 25 Tîrmehê li seranserê vî welatî hat lidarxistin.

Başa dön tuşu