CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Xoşrû: Amerîka bi vekişîna ji rêketinama navokî yê bêhitbar bibe

Nunerê Komara Islamî ya Îranê li NY, dîyar kir ku derketina Amerîkayê ji rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê yê bibe sedema bêhitbarbûna wî welatî û Amerîka nikare li meseleyên cîhanî yên wek rêketinama navokî, rola lîstikvanekî û him jî ya hekem bilîze.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Xulamelî Xoşrû şeva buhurî li hevpeyvîna digel têlêvîzyona CNN a Amerîkayê, di bersiva vê yekê de ku gelo Îran careka din yê têkildarî rêketinama navokî bi Amerîkayê re muzakirê bike? got: Çi pêbawerîyek heye ku dubare muzakire bê kirin? Ne Îran û ne tu welatekî din pêbawerîya xwe li Waşîngtonê nayne.

Xoşrû bi rexnegiritna ji vê yekê ku Donald Trump bi gumana xwe dewleta Îranê dewleteke nedêmokirat dizane, pêgirî kir: Komara Islamî ya Îranê dêmokiratîkbûna xwe li hilbijartinên serokomarîya vê dawîyê bi awayekî hêja û serbilindane ji cîhanê re isbat kir.

Nunerê Îranê li NY bal kişand ser vîya ku encama destwerdanên Amerîkayê li navçê, tenê xirabkirin û ji navbirina ewlehîyê bûye, ragihand: Hêvî dikim Trump li gorî soza ku daye gelê welatê xwe, destwerdanê li karên welatên navçê neke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu