ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbên nimêja înê ya Tehranê

Pêşnimêjê înê yê Tehranê Komara Îslamî ya Îranê girava ewlehîdar li cîhana Îslamê da zanîn.

Ayetullah Muhemed Îmamî Kaşanî li xutbeyên nimêja înê ya Tehranê bi bîrxistina bê ewlehiyên vê dawiyê li welatên navçê û got: Rayedar û hakimên welatên îslamî divê pêşeroja nêzîkî du milyard misilmanên cîhanê bînin ber çavên xwe û rewşeke baş ji bo jiyana wan çêkin.

Ayetullah Îmamî Kaşanî herwiha anî ziman ku cîhana Îslamê dikare li ber welatên kedxwar û zorbêj bisekine û desnîşan kir: Divê ku kes nehêle biyanî ser welatên Îslamî bi deshilat bibin, Welatên Îslamî divê bi hêz bibin û nehêlin welatên îstikbarî û kedxwar xwe tevlî karûbarên wan bikin. Xetîbê nimêja Înê ya Tehranê bal kişand ser komployên Rejîma Alê Siûd li dij misilmanan û got: Kîn û durûtî û nifaqa Alê Siûd li van salên dawiyê ji hemûyan re aşkera bûye û grûpên terorîst-tekfîrî yên wekî DAIŞ`ê bi dolarên Erebistanê li Yemen, Sûriye, Iraq, Behreyn û Filistînê cinayetan dikin.

Ayetullah Îmamî Kaşanî got: Alê Siûd ku dewa xadimiya bo heremên şerîf dike bi cinayetên xwe li Yemenê û mudaxileya li welatên din ên navçê bi tenê li çarçova berjiwendiyên dijminan dixebitin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu