ÎranNûçeRojhilatanavin

Xutbên nimêja îniyê ya Tehranê

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê got: Xîmdarê mezin ê Komara Îslamî ya Îranê rûweta Îslamê ji qirêjî û gemarên emerîkî û paşverûtiyê paqij kir û buxtana bi tehlûke ya cidayiya olê ji siyasetê eşkere kir.

Hucetulîslam welmuslimîn Kazim Sedîqî, xetîbê nimêja îniyê ya Têhranê salroja rehleta xîmdarê mezin ê Komara îslamî ya Îranê tesliyet got û destnîşan kir: Hezretê Îmam Xumeynî (Rehmetullah eleyh) feqîheke modern û dîroksaz bû.

Hucetulîslam welmuslimîn Sedîqî got : Ji taybetmendiyên giring ên Îmam Xumeynî (Rehmetullah Eleyh) eva bû ku kesayetiyekî hekîm bû û maqûlbûn ji taybetmendiyên wî yên şekere bû ku îslama vejîner ku li hember zilm û zordariyê disekine vejiyand.

Pêşnimêjê Têhranê li dewamê li bara avakirina meclîsa şarezaên rêberiyê jî got: Gelê Îranê bi hizûar li hilbijartinên meclisa şêwra Îslamî û şarezayên rêberiyê serbilindiya xwe misoger kirin û damezrandina meclisê bi naveroka şarezayên rêberiyê ku nunerên wê him feqîh û him jî muctehid in dijmin hêrs kiriye .

Hucetulîslam welmuslimîn Sedîqî her wiha dehemîn dewra meclisa şêwra Îslamî ya Îranê got: Nunerên nû yên meclisê li gor sonda ku xwarine divê destkevtên inqilabê û wilyayeta feqih biparêzin.

Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê destnîşan kir: Rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî çavrê re ku meclis du mijarên aborî û xurtkirina çanda olî ye ku divê nuner ser bisekinin û li vê barê emegdar bin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu