CîhanÎslâmJîyana PêxemberNûçeRojhilatanavinSêwiran

XUTBEYA XATIRXWESTINÊ

XUTBEYA XATIRXWESTINÊ

GelîMirovan!

Baş guhbidin gotinên min.

Ez nizanim dibe ku pîştî vê salê careke din heta dawiyê em digelhev livir nikarin bicivin.

Gelî Mirovan!

Ev rojên we çawa ku rojeke pîroz e,  ev mehên we çawa ku meheke pîroz e, ev bajarê we Mekke çawa ku bajarekî pîroz e, Canê we, Malên we, namûsên we jî wiha pîroz in û ji her cûreyên êrîşan di ewleyîye de ne.

Eshabê Min!

Sibê hûn ê bigihîjin rebbê xwe û hûnê ji her hal û tevgerên xweyên îro berpirs bin.

Piştîmin qet venegerin xirabî û şaşiyên xweyên berê û serê hev jênekin.

Vê wesiyata min kesên livir bila bigihînin kesên ne livir in.

Dibe ku kesê paşêvan gotinênmin bibihîsêji kesên livir bihîstine,baştir fambike û biparêze.

Eshabê Min!

Libakê emanetek hebe bila wêbide xwediyê wê…

Her cûreyê Faîzê hatiye rakirin û di bin piyêmin de ye.

Lêdive hûn deynê xweyê esil bidin.

Ne zilmê bikin ne jî li rastî zilmê werin.

Bi fermana xwedê êdî faîzkarî heram e.

Her cûreyê vê kevneşopiya xirap ya ku ji heyama cahîliyeyê maye,di bin pîyêmin de ye.

Faîza ku min pêşî rakir jî a Abbas kurê Abdulmutalîpe.

Eshabê Min!

Berberiyên ku li heyama cahîliyeyê dihatin kirin bi temamî ji holê hatine rakirin.

Berberiya ku min pêşî rakir jî ya neviya Abdulmutalîp Rebîayê ye.

Gelî Mirovan!

Îro li ser vanaxênwebandor û hikumdariya şeytan bi temamî ji destên wî çûye.

Lê ji xeynîvan tiştên ku min ji holê rakirin, heke hûn di tiştên ku piçûk dibînin de ligor wî biçin û gotina wî bikin dê ev jî wî kêfxweş bike.

Ji bo ku hûn dînêxwe biparêzin ji van tiştan dûr bisekinin.

Gelî Mirovan!

Ez ji we re pêşniyaz dikim ku rêzdarînîşanî mafên jinan bidin  û di vê mijarê de ji xwedê bitirsin.

We jin wek emanetê xwedê girtin.

We binavê xwedê sondxwar û rûmet û paqijiya wan ji xwere helal kirin.

Mafên weyên li ser jinan ev in: divê rûmeta malbata we muhafaza bikin, deriyê mala we ji kesên ku hûn ji wan heznakin re venekin û binpênekin.

Mafên jinanên li ser we jî ev in: li gorî orf û adetan her cûre xwarin û cilên pêvîst ji wan re peyde bikin.

Gelî Mumînan!

Ez emanetekê ji we re dihêlim ku hûn heke ligor wê bimeşin û tevbigerin  hûn ê tûcarî riya xwe şaş nekin.Ew emanet kitaba xwedê Qur’anapîroz e.

Gelî Mumînan!

Gotinên min baş guhdarî û muhafaza bikin.

Misilman birayê misilman e û hemû misilman birayê hev in..

Misilmanek nikare mafekî birayê xweyê misilman bi zorê bistîne, ev ne helal e. Lê yên ku ji dil tên dayîn cûda ye.

Eshabê Min!

Zilmê li nefsa xwe jî nekin.  Mafê nefsa we jî li ser we heye.

Gelî Mirovno!

Xwedayê Teala Mafê her mafdarî daye wî.

Ji bo werîsan ne hewceyê wesîyetê.

Zarok didoşekakê de hatibe dinê,yêwî ye.

Ji kesên zînekar re cezayê mehrûmiyetê heye.

Bêtûxmê ku ji xeynî bavê xwe, xwe ji tûxmekî din nîşandidê û nankorê ku ji bilî xwediyê xwe li gor yekî din tevdigere, bila rastî xezaba xwedê, laneta melaîketan û dijminatiya hemû misilmanan bê. Xwedê Teala ne tobeyên van kesan ne jî şehadetên van kesan qebûl dike.

Qasidê Xwedê pîştîvan gotinan ji guhdaran pirsî:

Gelî mirovno!

‘Sibê dê min ji we bipirsin. Hûn ê çi bibêjin?

Eshabê Kîram bersiv da : ‘Em ê şehadete bikin ku; Te peyamên Xwedê gihandin me, Te peywira xwe bi cîh anî, Te wesiyet û şîret li me kirin’

Resûlê xwedê (a.s) tilîya xwe ya şehadetê rakir û sê caran: ‘şahîd be ya Reb!  şahîd be ya Reb! şahîd be ya Reb! Got û xutbeya xwe ya li Arafatê xilas kir.

 

Pêxemberê Xwedê (a.s) heta ku roj çû ava li waqfeyê sekini. Tam wextê ku biryar da dê jivir dakeve, ji nişka ve ew ayeta 3’yemîn ya SûreyaMaîdeyê peyda bû, Pişt re Pêxemberê Xweda (a.s) li hêştira xwe siwar bû û bi hêdî hêdî ji Arafatê daket, hat Muzdelîfe yê. Li vêderê, bibangekê û duqametan nimêja êvar û eşayê kir yek û nimêj kir. Pişt re jî bêhna xwe veda. Dema ku sibê bû jî tevî cemaetê nimêja sibêhê kir û piştî ku dinya tam ronîbû, ji wir jî derbasî devera Cemretü’lAkabeyê bû. Piştî ku şeytan recim kir, Resûlûllah (a.s) hat Mînayê û livir, beşa din ya Xutbeya Xatirxwestinê got.

Pexemberê Xwedê (a.s) piştî ku hemd û sena ji Xwedê re kir wisa berdewam kir:

Gelî mirovan!

Hûn li gotinênPêxemberê xweyê ku we bikitêba Xwedê ve gire dide, baş guhdarbikin û bi ya Wîbikin. Îbadeta hecêwe çawa jimin dîtibe hûn jî bihemanawayî bikin. Ez wisa difikirim ku, piştî vê salê careke din nikarim hecê bikim.

Pişt re Resûlê Xwedê (a.s) xutbeya xwe bipirs û bersivan berdewam kir:

Gelî Mirovan!

Guhertina cihê mehan û bipaşve hîştin diînkarê de zêdegavîye.

Kafir bi vî awayî ji riya rast derketin.

Jibo ku hejmara mehên heram li hevbînin, salekê mehên heram helal dihesibandin û sala din jî ev mehên ku helal kiribûn heram dihesibandin.

Bi vîha wî tiştak u xwedê heram kiribû wek helal qebûl dikirin.

Niha dem vegeriya rewşa xwe ya berê ya ku xwedê erd û asîman afirandibû.

Li ba xwedê hejmara mehan dozdeh in.

Jivan mehan çar meh mehên pîrozin ku sêmeh,Zilqadê, Zilhicce û Muharrem li pey hevtên,  ya çaran jîReceba dinavbera Cemazîaxîr û Şabanê de ye.

  • -Gelî Mumînan! Ev mehkîjanmeh e?
  • Sahabîyan got: Xwedê û pexêmberê wî baştir dizanin.
  • -Ne meha zilhicceyê ye?
  • Sahabîyan got: Belê Zilhicce ye.
  • -Ev devera ku em tê de ne kîjan dever e?
  • Sahabîyan got: Xweda û pexêmberê wî baştir dizanin.
  • -Ne bajarê Mekkeyê ye?
  • Sahabîyan got: Belê ev der Mekke ye.
  • -Îro kî jan roj e?
  • Sahabîyan got: Xweda û pexêmberê wî baştir dizanin.
  • -Ne roja Yewmunnahrê (rojaserjêkirina Qurbanan) ye.
  • Sahabîyan got: Belê îro roja Yewmunnahrê ye.

Pîştîvan pêxemberê xwedê vegeriya sahabîyan û wiha got:

Naxwe baş bizanibin; çawa ku li vî bajarêwe li vê devera we ev rojawe pîroz e, rijandina xwîna hev, dest avêtina mal û milkê hev, dest direjkirina namûsa hev jî ji we re heram e, ji her cûreyê êrîşan bêguneh in.

Bêgûman hûnê bigihîjin rebbê xwe û wê demê hûne jivan hemû tiştan bênpirsandin.

Gelî Mirovan!

Hişê xwe hildin serê xwe û piştî min b iawayekî xirap li sitûyê hevdû nexin, nekevin nav hovîtiyê û venegerin heyama cahîliyeyê.

Gelî Mirovan!

Guhê xwe bidin van şiretênmin û bila kesên livir ji kesên ne livirin re bibêjin. Dibe ku kesê ne livire ji kesên livir guhdarîyê dikin, baştir fêhm bike.

Pişte Qasidê Xwedê (c.c) ducaran pirsî kir: “Min teblîx kir?

Sehebeyan jî gotin: “Belê te teblîx kir.”

Li ser vê jî Resûlê Xwedê got: “Şahid be ya Reb.” û disa bibîr anî:

“Kesên livir bila ji kesên ne livirin re teblîx bikin.”

Başa dön tuşu