CîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Ewrûpa divê Trump han bide ku li bara rêketinnama navokî berpirsiyar be

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Ewrûpa divê serokkomarê Emerîkayê han bide ku ne tenê li hevhatina rêketinnama navokî bimîne belkî ji gişkan giringtir eva ye ku bi nêta xêrê berpirsiyariyên xwe destpê bike.

 Muhemed Cewad Zerîf roja duşemiyê li peyamekê di rûpela xwe ya di Twîtrê de nivîsî: Gotinên  Êmanoêl Mekron serokkomarê Fransayê li bar Îranê derheq vê yekê ku  planeke  dudiyan li bara rêketinnama navokî tine, rast e.

Serokkomarê Fransayê roja yekşemiyê li gotûbêja  bi kanala  Faks Newsa Emerîkayê re bal kişand ser vê yekê ku Parîsê bernameyeke alternatîv ji bo rêketinnama navokî tine  û ji Emerîkayê xwest ku bila  di rêketinnama navokî de bimîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu