NûçeRojhilatanavinSûriye

70 endamên DAIŞ`ê li Palmîrayê hatin kuştin

Çavkaniyên sûrî ji mirina bi dehan endamên DAIŞ`ê li derdora balafirgeha leşkerî ya Palmîrayê û herwiha giranbûna êrişên artêşa Sûriyê ser pêgehên terorîstên CEl-Nusreyê li dorhêla rojavayî ya Şamê agahî dan.

Li gorî rapora Jansa nûçeyan a Tesnîmê li Şamê, hêzên artêşa Sûriyê, êrişa giran a teroeîstên DAIŞ`ê ser rawestgeha çarem a li rojhilata balafirgeha leşkerî ya Tîfûrê li dorhêla rojhilatî ya Humsê pûç kirin.

Berpirsekî leşkerî bi ragihandina vê nûçeyê, ji nûçegîhanê Tesnîmê re got hêzên artêşê û hêzên piştevan, gellek xisarên giran li terorîstên êrişker xistin û gellek kes ji wan jî kuştin ku di encam wan êrişan de herîkêm 70 kes hatin kuştin û heft tank û hejmarek reşaşe û trombîlên wan jî teqiyan.

Ji aliyê din ve qumandeyekî leşkerî yê sûrî ji pêşveçûna artêşê ber bi bajaroka Şerîfê û qahêmkirina serdestiya ser girên derdora wê li dorhêla rojhilatî ya Humsê agahî da, ev bajaroka armanca herî girîng a hêzên artêşa Sûriyê jibo xurtkirina ewlehiya balafirgeha Tîfûrê tê hesêb.

Herwiha di encama êrişên balafirên cengî yên artêşê ser pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li El Bûyze û Mehtanê û bakûrê rojhilata balafirgeha Tîfûrê de, hejmareka zav hatin kuştin yan jî birîndar bûn û du trombîlên wan ên zirixî jî teqiyan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu