AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Xwecîbûna ji sedî 80`yê pêşeya gaza xwezayî li Îranê

Rêvebirê bazirganiya şîrketa netewî ya berhemên nifta Îranê ragihand ku ji sedî 80`yê pêşeya gaza sirûştî (CNG) li welêt xwecî bûye.

Mihemedriza Mezlûmî li gotûbêja ligel şebekeya ragihandinê ya nift û enerjiyê, bi gotina viya ku zêde ji sedî 90`ê alavên pêwîst bo vê şîrketê nav welêt tên dabînkirinê, got: Li gorî plandarêştina jibo firotina berhemên niftê bo derve, roja îro Îranê di rojê da nêzî 25 milyon lêtir mazota zêde heye.

Mezlûmî pêkutî kir ku jordabirina asta ixracatê, girtina pêşiya firotina berhemên xav û bihêzkirina hilberînerên navxweyî ji wan mînakên berbiçav ên cihanîna aboriya ser bingeha berxwedanê li wezareta nifta Îranê ne ku bi pêkutiyên rêberê giranqedir ê Inqilabê divê zêdetir ji berê bên şopandinê.

Rêvebirê bazirganiya şîrketa netewî ya berhemên nifta Îranê her wiha bidestxistina sermayedanîna biyanî jibo pêşeya nifta Îranê pêwîst zanî û got: Çalakbûna beşa sivîl a welêt li rex sermayedanerên biyanî dikare bibe sedema veguhestina zanist, têknolojî û alavên vê pêşeyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu