AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

YE: Birûksêl dê li hemberî zextên Amerîkayê yên têkilkdarî rêketinama navokî bisekine

Komîserê Enerjîyê yê YE`yê bi gotina vîya ku Têhran û Birûksêl divê ji qazancên rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê xêrê bibînin pêgirî kir: YE`yê wê li hemberî zext û daxwazên Amerîkayê ji Ewropayê têkildarî vê rêketinamê bisekine.

Mîgolê Aryas Kanîtê (Miguel Arias Canete) îro li civîna rojnamevanîyê ya hevpar digel Elî Ekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê li Têhranê, bi gotina vîya ku vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî bandorê li demajoya cihanîna vê rêketinamê nake, dîyar kir: YE`yê bi domandina cihanîna rêketinama navokî, dê hevkarîya aborîyê ya digel Îranê bidomîne.

Komîserê Enerjîyê yê YE`yê pêgirî kir ku YE hewil dide boykot an zextên Amerîkayê yên li ser şîrketên ewropî pûç bike, ragihand: YE`yê dê qanûna sala 1996`an a piştgirîya ji şîrketên ewropî yên li ber boykota Amerîkayê vejîne.

Elî Ekber Salihî serokê Sazîya Enerjîya Atomê ya Îranê jî li vê civîna rojnamevanîyê bi gotina vîya ku YE divê hemî hewla xwe ji bo rewşa bi dû vekişîna Amerîkayê ji rêketinama navokî bi kar bîne, dîyar kir: Di pêşerojeke nêzîk de sozên Ewropayê li hember Îranê cih bên.

Salihî pêgirî kir: Îran çawan ku mideha 40 salên buhurî de bi hemî berbend û zextan li ber xwe daye, yê rêya pêşketina xwe bidomîne û bi hêsanî dikare her berbendekê rake.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê de vekişîna welatê xwe ji rêketinama navokî ragihand. YE`yê piştî vî karî, piştgirîya teqil û vebirr ji domandina cihanîna rêketinama navokî bêyî pişkdarîya Amerîkayê ragihand û ji Îranê xwest ku ji vê rêketinamê venekişe.

Başa dön tuşu