IraqMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Daişê nêzîkî 100 kesên sivîl kuştin

Wezareta navxe ya Îraqê ragîhand; Daişê di 24 saetên borî da bi dehan sivîl li alîyê rastê yê Mûsilê gulle baran kirin, ku hewl didan bighêjîn taxên rizgar kirî.

Mihemed Elî Ubeydî, efserê hêzên Swat da ragîhand; Daişê di 24 saetên borî da 3 malbatên ku ji 51 kesan pêk dihatin û piranîya wan jin û zarok dinav dabûn, gulle baran kirin, ku hewl didan bighêjin taxên rizgar kirî.

Li gorî zanyarîyên wî efserê Îraqê, Daişê termên piranîya wan qurbanîyan bi dîrekên elektirîkê dalkandin.

Dîyar jî kir, li nawçeya Îslah Zraî û Rîfaî 16 kesên din jî ku hemû zilam bûn dema xwestin birevin, ji alîyê Daişê ve hatine gullebaran kirin û kuştin.

32 kesên din jî ku hemû jin, zarok û kesên bi temen bûn, li Mûsila kevîn bi sûça revînê hatine kuştin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu