CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Kêrî: DAIŞ ji bo guhartina dewleta Esed pêk hat

Wezîrê karên derve yê Amerîka îteraf kir ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ji bo guhartina dewleta Esed pêk hat.

Li gor rapora ajansa nûçan a Af Gardiyenê; Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîka bal kişande ser viya ku Amerîka hêvîdar bû ku pêkhatina DAIŞ`ê bikaribe Beşar Esed neçar bike ku dest ji kar berde got: Amerîka bo du hedefan DAIŞ pêk anî, neçar kirina Esed serokkomarê Sûriyê bona dest berdana ji qudretê û ya dudyan jî peydakirina riyekî dîplomatîk bona çareserkirina kirîza Sûriyê riya ku ser dilî Amerîka be.

Kêrî bal kişande ser viya ku Amerîka her dem û gavekî bi hêz û qawet bûna DAIŞ`ê xistibû bin çavdêriya xwe destnîşan kir; Waşîngtonê qet hizr nedikir ku Sûriye bona sekinîna li hemberî dijminan ji Rûsiyayê alîkariyê bixwaze.

Hatiye ragihandin ku ev gotinên Kêrî li hevdîtina tev nûnerên grûpên neyara sûrî ji aliyê telivîzyona CNN û rojnama New York Times`ê belav bibû lê 35 deqîqe ji van gotinan ku li bara piştevaniya Waşîngtonê ji DAIŞ`ê bû , medyayên Amerîka ewna belav nekiribûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu