CîhanEwropaNûçe

Xwenîşandana berfire dijî Trump li Londonê

Bi dehan hezar kes bi nîşana nerazîbûna himberî seredana Serokomarê Amerîkayê bo vî şarî daketin kolanan.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, di vê xwenîşandana berfire da ku îro li Meydana Trafalgar a Londonê da hat lidarxistinê, nerazîyan bi rakirina pankardan hişyarî dan Serokomarê Amerîkayê ku xwe ji destwerdana di karên navxweyî yên Brîtanyayê de dûr ragire û terka vî welatî bide.

Hin xwenîşanderan jî hin pankard bi nîşana nerazîbûna himberî gotinên Trump ên dijî koçber û jinan rakiribûn.

Hinekan jî li pankardên xwe Trump mirovekî nijadperest bi nav kiribûn.

Başa dön tuşu