Mafên MirovanNûçe

Xwenîşandana dijî dewletê li Eyaleta Mînesotaya vî welatî ji ber kuştina postreşan

Bi sedan kes ji xelkê hêrsbûyî yê Amerîkayê li Eyaleta Mîne Sûta îro meşekî berfireh birê xistin û nerezamendiya xwe li hemberî kuştina postreşên vî welatî dane diyarkirin.

Li gor rapora ajansa Asûşîtêd Press`ê, Bi sedan kes ji xelkê hêrsbûyî yê Amerîka li hemberî qaimmeqamiya bajarê Sen Paul a Eyaleta Mîne Sûta îro rijyane nav kolanan û xwenîşandanekî berfireh birê xistin û nerezamendiya xwe li hemberî kuştina postreşên vî welatî dane diyarkirin.

Ev kombûna xelkê nerazî yê Amerîka dijî kuştina reşpostan li halekê birê ket ku roja çarşemiyê efserekî vî welatî reşpostek li navça Falkon Hayînts li Mîne Sûtayê çaxê ku wî dixwest karta şofiriya xwe nîşanî polîs bide pê 4 gullan kuşt.

îdara polîsê Mîne Sûtayê ragihandiye ku li vê barê lêkolînê dike.

Li Loîzyanayê jî xelkê Amerîka du roj berî niha xwenîşandanekî berfireh birê xistin û kuştina kesên reşposte Amerîka ji aliyê polîs mehkûm kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu