Xwenîşandana dijî gendeliya dewletî ya Netanyahû li Telavîvê
i hezaran kes ji xelkê erdên dagîrbûyî yê Filistînê şemêşev bo hefta sisyan li Telavîvê xwenîşandanekî berfireh dijî gendeliyan abûrî ya Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî birê xistin.
Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Rojnama siyonîstî ya Yedûdaharonês ragihand ku 10 hezar kes ji xelkê erdên dagîrbûyî yê Filistînê şemêşev bo hefta sisyan li Telavîvê xwenîşandanekî berfireh dijî gendeliyan abûrî ya Binyamîn Netanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî birê xistin.
2 û 9 Kanûnê jî hezaran kes ji xelkê erdên dagîrbûyî dijî gendeliya abûrî ya serokwezîrê Rejîma Siyonîstî xwenîşandanên berfireh birê xistin.
Netanyahu jibo du dosiyên 1000 û 2000`ê ku ya ewilî ya wergirtina xelatan û ya dudiyan jî muzakireya tev xwediyê rojnama Yedioth Ahronoth bû , kete ber jêpirsînê.
Li dewra dawiyê ya jêpirsîna ji Netanyahu, polîsê Rejîma siyonîstî belgeyên teze bi dest xistine ku muhtemel e hikmê li dijî wî girantir bike.
Jêpirsîna Binyamîn Netanyahu ji 2 Çilla 2017an li warê gendeliya aborî û wergirtina bi milyonan dular bertîlê ji şîrketeke almanî destpê bûye.
Dosiya herî giring a gendeliya aborî li bara Netanyahu tê hilxêsitin, wergirtina milyonek dular ji Arnawd Mîmran sûçkarê aborî yê fransî ye ku tê gotin jibo propagendeya serokwezîriay wî hatiye xerckirin.
Her wiha serokwezîrê Siyonîstî ji ber kirîna sê jêrderyayiyên ji Almanya bi qasî zêde ji milyarek dularî ketiye ber jêpirsiyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)