FilistînNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana mezin a filistîniyan li îna dehim: şehîdek û 100 birîndar

Navenda Ragihandinê ya Filistînê diyar kir ku li zîvala Xezzê xwenîşandana mezin a `Mafê Vegerînê` ya filistîniyan li îna dehim jî berdewam kir ku di encama şideta polîsê siyonîst de doxtireke filistînî şehîd bû û 100 filistîniyên din jî birîndar bûn.

Fars Newsê ragihand ku Doxtira filistînî Rezan El-Necar duh êvarê bi gulla leşkerên siyonîst li Xan Yunisê ya başûrê zîvala Xezzê şehîd bû. Wê doxtira şehîd birîndarên filistînî yên li xwenîşandana Mafê Vegerînê derman dikir.

Herwiha 100 filistînî jî birîndarbûn ku gelek ji wan jin û zarokên û halê hin ji wan xedar e.

Xwenîşandana mezin a `Mafê Vegerînê` ya filistîniyan ji roja 30 Adarê bi minasibeta roja Erdê li zîvala Xezzê despê kir ku hîn jî berdewam dike. Di encama êrişên leşkerên siyonîst û gullereşandina ji aliyê wan ser filistîniyên beşdarê van xwenîşandanan zêde ji 120 filistînî şehîd û zêde ji 13 hezar kes jî birîndar bûne ku di nav wan de gelek jin û zarok jî hene.

Gelek ji welat û rêxistinên navneteweyî ji wan Komara Îslamî ya Îranê ev cinayeta siyonîstan li dij filistîniyan şermezar kirine.

Başa dön tuşu