BehreynÎranMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Xwenîşandana seranserî li Îranê jibo şermezarkirina cinayetên Alê siûd û Alê Xelîfe

Bi milyonan kes ji xelkê Îranê roja înê bi birêxistina xwenîşandana seranserî cinayetên Alê Siûd û Alê Xelîfe li dijî xelkê navçê şermezar kirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, meş û rêpîvana  xelkê Îranê jibo protestokirina  tevkujiya  bi hezaran  tewafkirên  îranî û neîranî yên Rejîma Alê siûd li heca  par li Minayê serkutkirina  hovane ya xelkê mezlûm ê Behreynê ji aliyê Rejîma  Alê Xelîfê û piştgiriya  ji rêberê şîeyên  vî welatî şêx Îsa Qasim hat birêvebirin.

Xelkê Îranê li ev xwenîşandana seranserî rêz  li bîranîna  şehîdên  karesata Minayê girtin û daxwaza  pêkanîna komîteyeke şopandina rasitiyan jibo hilkolandina  berûlayên  karesata  Minayê û şopandina  mafên şehîdan û ragihandina  riswatiya  Alê Siûd li vê cinayeta diltezîn kirin.

Li vê meş û rêpîvanê hin daxûyanî hatin  weşandin ku di wan de bo Rejîma  Alê Siûd hişyarî hatiye dayîn ku  ger berpirsiyariya  kiryarên xwe li cinayeta  Minayê qebûl neke û xwetêkiliyên xwe li welatên Îslamî necebirîne dê  bi zûtirkê tûşî hêrsa înqilabî ya ciwanên  welatên Îslamî bibin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu