ErebîstanMafên MirovanNûçeRojhilatanavinYemen

Xwenîşandana yemeniyan jibo şermezarkirina êrişên Erebistanê

Bi sedan xwendevanên yemenî bi xwenîşandana xwe dewama cinayetên Erebistan û Emerîkayê li Yemenê şermezar kirin.

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya kanala  El-Semîre ya Yemenê bi sedan  xwendevanên keç û xort li parêzgehên curbicur ên Yemenê xwenîşandaneke berfireh jibo şermezarkirina  dewama êrişên  balefirên  cengê yên  erebistanî û emerîkî ser vî welatî û kuştina xelkê sivîl bi rê xistin.

Xwenîşanderan êrişa vê dawiyê ya ser merasima tazîdariyê li Senayê ji aliyê Rejîma Alê siûd ve şermezar kirin û daxwaza cizakuirina sebebkarên vê cinayetê kirin.

Xwendevanên  yemenî her wiha bêdengiya  civaka cîhanî û rêxistinên  navneteweyî li bara cinayetên Erebistanê li Yemenê şermezar kirin û tekez kirin ku cinayetên  dijminê siûdî tu car jî bîr nabin.

Xwenîşanderên yemenî bêalînebûna Îsmaîl Weled Şêx Ehmed şandiyê NY li Yemenê rexne kirin û daxwaza hewldanên  zêdetir  ên NY jibo çareserkirina  qeyrana Yemenê kirin.

Eşîrên parêzgeha Hedîdê jî li civînekê ser pêwîstiya rawestana li ber Emerîkayê û riyên curbicur ên wê tekez kirine û kuştinên  vê dawiyê yên Erebistanê li Senayê şermezar kirin û tekez kirin ku dê tola xwe ji sebebkarên vê tevkujiyê hildin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu