Xwenîşanderên Behraynê bi bilindkirina hin nivîsaran, daxwaza azadiya bi zûtirkê ya zindaniyên siyasî kirin
Gelê Behreynê bi lidarxistina xwenîşandanekê li dijî sersariya Rejîma Alê Xelîfe li bara rewşa dermanî û pizîşkiyê ya zindaniyên siyasî, xwenîşandan bi rê xistin.
Xwenîşanderan bi bilindkirina hin nivîsaran, daxwaza azadiya bi zûtirkê ya zindaniyên siyasî kirin.
Xwenîşanderan her wiha bona piştgiriya ji Şêx Îsa Qasim, rûhaniyê pilebilind ê behreynî slogan avêtin.
Rejîma Alê Xelîfe ji nêzîkî du salan berî niha ve, mafê welatîbûnê yê şêx Îsa Qasim, alimê pilebilind ê Beheynê bi tawana pûç îbtal kirine û navça Dorazê cihê jiyana wî dorpêç kirine.
Li gorî raporan, hêzên ewlehiyê yên Alê Xelîfe îro îniyê jî bo 180 mîn heftiya li dû hev dorpêça ewlehiyê ya navça Dorazê û mala şêx Îsa Qasim domandine û pêşiya lidarxistian nimêja îniyê ya şîeyên Behreynê girtin.