NûçeEwropaFilistînRojhilatanavin

Xwepêşandan li Hollanda li ber şaxên McDonald’s ji bo piştgirîkirina Filistîniyên li Gazzeyê

Çalakvanên dijberê destdirêjiya siyonîstan ser Gazayê li ber şaxên zincîra xwarinên fast foodê McDonald’s li bajarên curbicur ên Hollandayê xwenîşandanek li dar xistin.

Xwepêşanderan roja Yekşemê li ber şaxeke kompanyayê li navenda bajarê Rotterdamê kom bûn û pankart li dijî sîyonîst û McDonald’s hilgirtin.

Xwepêşanderan li ber şax û pankartan alayên Filistînê daliqandin û li erdê posterên ku li ser nivîsên “McDonald’s jenosîdê dişewitîne”, “Gelo ji jenosîda ku hûn dikin zêdetir firingiyên fransî dixwazin?” û “ Gazze di bin êrîşan de ye.”

Xwepêşanderan her wiha li ber McDonald’s belavokên ku bal kişandin ser qetlîamên dewleta dagirker a li Xezzeyê li kesên derbasbûyî belav kirin.

Xwepêşanderan dirûşmên, “Darayiya McDonald’s, Îsraîl bombe dike”, “Fîlîstîn azad bike”, “Qirkirina li Xezeyê raweste” û “Netanyahu terorîst e” berz kirin.

Komên alîgirê Filistînê xwepêşandanên bi heman rengî li ber şaxên McDonald’s ên li bajarên din ên Hollandayê organîze kirin.

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu