ÎranNûçeRojhilatanavin

Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê diyar kir: Yekitiya Hevkariyên Navçeyî yên Derdora Oqyanûsa Hindê(IORA) bandorê li alugurên cîhanî dike

Seyd Ebas Iraqçî, alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê,  li beşa hiqûqî û navneteweyî, roja duşemiyê li civîna  wezîrên  karên derve yê  Yekitiya Hevkariyên Navçeyî yên Derdora Oqyanûsa Hindê(IORA) li Cakartayê, paytexta Endûnizyayê, bal kişand ser girintgiya  yekitiyê li bandora ser alugurên  cîhanî û daxwaza xurtkirina  hevkariya  welatên endam li çarçova  ewlewiyetên  şşealî yên wê bitaybet li warê ticaret û xebitandian sermayê û jordebirina   zirûfa hevkariyên  bankî û aborî navbera welatên endam kir.

Iraqçî her wiha  got : Rakirina boykotan rewşeke baş jibo jordebiria  hevkariyên  aborî navbera welatên  endamê  Yekitiya Hevkariyên Navçeyî yên Derdora Oqyanûsa Hindê(IORA) bitaybet li navça Kendava Farsê ku cihê zeliqîna bi oqyanûsa Hindê ye , pêk anî.

Alîkarê wezîrê karên derev yê Îranê her wiha bal kişand ser zirûfa  zêde ya aborî ya bendera çabuharê li başûrê rojhilata Îranê û destnîşan kir: Bendera Çabuharê cihê zeliqîna  rojhilat û rojava û bakur û başûr bi  aboriyeke zêde ye û welatên endamê Ayorayê bila  bala xwe bidin ser zirûfên vê benderê.

Cicîna rayedarên  Yekitiya Hevkariyên  navçeyî yên  kêleka oqyanûsa Hindê sibê li Cakartayê tê li dar xistin û Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derev yê Îranê li vê civînê beşdar dibe.

Ev yekitiya  wek rêxistineke  navneteweyî ji sala 1997an xebata xwe destpê kir û  geşatiya mayînde, hevkariyên aborî û çaresertkirina  berbendên  ser riya geşatiya hevkariyên  ilmî û ticarî navbera welatên endam ji wan armancên  sereke yên wê ye .

Îran , Awistralya, Bengladiş, Hindistan, Endûnizya, Kinya, Madagaskar, Malizya, Morîs, Mozambîk, Uman, Sîşel, Sengapûr, Efrîqaya başûrî, Serîlanka, Tanzanya, Komoros, Somalî, Taylend, Îmarat û Yemen, 21 endamên yekitiya Hevkariyên navçeyî yên derdora oqyanûsa Hindê ne.

Welatên Çîn, Almanya, Emerîka, Japonya, Misr, Inglîs û Fransa jî wek endamê çavdêr û aliyê gotûbêjê li  Yekitiya Hevkariyên Navçeyî yên Derdora Oqyanûsa Hindê(IORA) hizûra wan heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu