ÎranNûçeRojhilatanavin

Xweşrû: Gefa bikaranîna çekên navokî pêwîst e ku ji nav teorî û doktorînên eskerî yên navnetewî derkeve

Xulamelî Xweşrû bayloz û nûnerê hertimî yê Komara Islamî ya Îranê li Rêxistiya Netewên Yekgirtî li civîna duh sêşemê ya Konseya Ewlehiya vê saziyê ku bona `Jiçekkirina navokî` bi rê ket, ji aliyê welatên Tevgera Qeydnenas va tevî diyarkirina nîgeraniya welatên Tevgera Qeydnenasan ji hebûna sîlahên tevkujî û bi taybet sîlahên navokî, daxwaza jinavbirina van sîlahan kir.

Xweşrû destpeydakirina grûpên terorîstî û fanatîk ser sîlahên navokî xetera herî mezin a dijî mirovan da zanîn û ragihand ku bona jinavbirina çek û sîlahên tevkujî pêwîst e ku hemû welatên cîhanê alîkariya hevdu bikin.

Bayloz û nûnerê hertimî yê Îranê li  NY tevî diyarkirina piştevaniya xwe ji rêketina ku welatên endama Rêxistiya Netewên Yekgirtî bona girtina pîşiya ketina çek û sîlahên tevkujiyê bo destê grûpên terorîstî pejirandin, destnîşan kir; Pêwîst e ku biryarnamên Konseya Ewlehiyê tu berbendek li ser riya Menşûra Rêxistiya Netewên Yekgirtî û peymannameyên çendalî li bara xebata dijî sîlahên tevkujiyê çênekin.(BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu